Poll without page-refresh
Article on other languages:
Serbistan (bi serbî : Република Србија/Republika Srbija ) welatekî li başûr-rojhelatê Ewropay ê ye. Di van salên dawî de Serbistan bi şerê li dijî gelên din ên di nav sînorê Yûgoslavya kevn û bi taybêtî li dijî Bosniya û Herzegovîna û Kosovoy ê ketê rojevê. Piraniya gelê Serbistanê xirîstiyanîya ortodoks diparêzin.
Gelemperî
Serbistan welatekî Yûgoslavya kevn e. Sînorên Serbistanê, li bakûr bi Macaristan ê re, li rojhilat bi Romanya û Bulgaristan ê re, li başûr bi Komara Makedonyayê û Albanyay ê re û li başûr-rojava bi Montenegroy ê re, li rojava jî Kroatya û Bosniya û Herzegovînay ê re heye. Paytexta hikûmetê jî Belgrad e.
Bajarên Serbistanê
Mezintirîn bajarên Serbistanê di ser 60.000 niştecih de di sala 2004'a de evin:
Li navenda Serbistanê
Belgrad derdora 1.290.000
Niš derdora 237.000
Kragujevac derdora 147.000
Čačak derdora 74.000
Kruševac derdora 65.000
Leskovac derdora 64.000
Smederevo derdora 64.000
Valjevo derdora 62.000
Li Vojvodîna
Novi Sad derdora 192.000
Subotica derdora 101.000
Zrenjanin derdora 81.000
Pančevo derdora 77.000
Girêdanên derve
Ev gotar şitlek e.
Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne » .