Stenbol

Article on other languages:

Stenbol


(İstanbul)

Dûgel Tirkiye
Rûerd 1.830,92 km²
Gelhe 12.573.836 (2007)


Stenbol (tr: İstanbul) mezintirîn bajarê Tirkiyeyê ye û li ser sinorê Ewropayê û Asyayê ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Deryayê Reş (bi tirkî, Karadeniz), li rojava bi Tekirdax ê (Tekirdağ), li başûr bi Deryayê Marmarê (bi tirkî, Marmara Denizi) û li rojhilat jî bi Adabazarîyê (Adapazarı) û Kocaeli yê ve tê girêdan. Di îçi Stenbolê da 33 navçe xwe heye:

Li hêlê Ewropayê Avcilar, Kuçukçekmece, Baqirkoy, Baxçelîevler, Baxcîlar ,Gungoren, Esenler, Bayrampaşa, Zeytînbûrnû, Fatîh, Emînonu, Beyoxlu, Beşîktaş, Şîşlî, Kaxithane, Sariyer, Gazîosmanpaşa û Eyup' e.

Li hêlê Asya jî Uskudar, Beyqoz, Qadıkoy, Qartal, Pendîk, Tuzla, Umranîye, Adalar û Maltepe e.

Navçe xwe yê di jî Buyukçekmece, Çatalca, Sîlîvrî, Şîle û Sultanbeylî ye

Dîrok

Ew di sedsala 7'an b.z. bi navê Byzantion hat saz kirin. Di 513 b.z. de Darius wir dagir dike. Di 330an de împaratorî împaratoriya Roma Konstantin wê darê bi navê Nova Roma(Roma Nû) dike paytexta împaratorîye ye. Lê pê re ew bi navê Konstantinopolis, ango bajarê Konstantin tê zanin. Ew demakê paytexta Bîzans bû û Justinian I dor salên 530anan de Hagia Sophia çê dike. Ew di 1204an de di Rêwîtîyên Xaçayê Çaram de dest leşkerên Xaçîyan dikeve. Ji bo talanan wê demê de nifusa bajêr gelek kem bû. Di 1261an de împaratorê Bîzans Michael VIII Konstantinopolis şunda hundura Bîzans kir.

Di 29'e gulanê 1453an de împeratoriya Osmanan Mehmet II dagir kir û kira paytexta împeratorîyê ye. Ew heta Osmanan hilwaşîyan paytexta împeratoriya osmanî bû.

Di 29'e adar'e 1930 navê xwe bi fermî hat kirina bajarê Îstanbul (Stenbul).


Koordînat

41° 33′ N, 28° 01′ E


 
Bajarên Komara Tirkiyê
Nexşeya bajarên Komara Tirkiyê

Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Enqere | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bidlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Xetay | Isparta | Mersin | Stenbol | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dêrsîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce

This article is from Wikipedia. All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License.